Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Destpêk

Nûçe

 

Amnesty International : Raporta 2009

Amnesty International:

Ji ber zilma Sûriyê nalîna kurdan didome

 

Rapora Amnesty International-AI ya 2009 an belav bû. AI, balê dikişîne ser zilma Sûriyê li ser li başûrê biçûk yê Kurdistanê, û hovîtiya Rejîma Baas ya li dijî kurdan bi hişkî rexne dike. Beşek ji raporê wisa ye:

 

“Rewşa îdareya demî ku ji sala 1963 an ve heye, didome. Îdareya demî mecalên bê sînor û mafên bêqanûnî dide hêzên ewlekariya Sûriyê ku xelkê bigirin û bavêjin zindanê. Azadiya hizirkirin û mafê komelan ji nêz ve tê şopandin û raçavkirin.

 

Ji ber çalakiyên polîtîk û dîtinên xwe bi sedan kes hatin girtin û zîndanîkirin. Dadgehkirina girtiyan bi şêweyekî bêhiqûqî tê kirin. Îşkence li kesên girtî tê kirin û kesên îşkencekar nayên girtin û cezekirin. Ji ber îşkencê 6 kes hatin kûştin. 17 kes bi destê polîsên leşkerî hatin qetilkirin.

 

Xebatên parêzvan û çalakvanên mafê mirovan tê raçavkirin û ew di bin tehdît û heqaretê de jiyana xwe didomînin.

 

Kurd dîskirîmîne dibin, û bi xurtî dibin qurbana bê welatbûn / mafê bê hemwelatiyê. Ew ji mafên civakî û aborî bêpar in.

 

Hişkî û dîskirîmînekirina jinan didome. Jin ji awira cinsî ve dibin hedefa lêxistin û hişkiyê.

 

Rewşa girtiyên siyasî

Bi sedan kes ji ber sedemên polîtîk hatin girtin. Hejmarek ji wan qûrbana hizirkirin, anku dîtina xwe ne. Di nav wan de kesên mîna Ziad Ramadan û Mistefa Joughel hene ku, bi salan e nayên dadgehkirin. Dadgehên parastin, suc û leşkerî ne li gorî normên navnetewî karê xwe dikin û ji bo dadgehkirinek bi edalet, ji normên hiqûqî yên navnetewî re bê hurmet û dur in.

 

Meshal al Temo di 15 ê Tebaxê de ji ber rêvebirina ”Kurdish Future Current group” ê û çalakiyên xwe hate girtin. Ew bi sucê `provekirina xelkê ji bo amadekirina şerek navxweyî` 12 rojan di hucreyê de hate îzolekirin. Bi vê rêyê, çalakvanên kurd hatibûn sucdarîkirin. Ew dikarîbû bi mirinê jî bihata cezekirin.

 

Dîskirîmînekirina kurdan

Hejmara mînorîteta Kurd li Sûriyê ji % 10 e. Nalîna wan ji ber dîskirîmenikirin û înkara nasnameya wan e, û sînorkirina bikaranîna ziman û çanda kurdî didome. Bi 10000 an kurdên Sûriyê di praktîkê de bê welat û nasname ne, anku ji mafê hemwelatiyê hatine hiştin. Ji ber vê rewşê, ew ji mafê civakî û aborî bê par dimînin.

 

Di 10 îlonê de qanûna 49 an ji aliyê daîreyên fermî ve hate karanîn. Qanûn mafê kirîn û tapokirina xanî û erdên li sînorê Sûriyê bisînor dike. Bi karanîna vê qanûnê, mafê kurdan li cihê wan hate sînorkirin û rê li ber wan hate girtin.”

 

Wergêr: EuroKurd Human Rights

Têkilî

yekiti@yekiti-party.org

Mêvan

4

 
yekiti-party.org © 2005 - 2008            by Lazgin