Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Destpêk

Nûçe

 

Belavokeke mehane 11

Belavokeke mehane 11

Belavokeke mehane

Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî

 

Hejmar 11 Nîsan 2621 K

 

Çima ev êrîş û çavsorî??; Sernivîs 

Meha Avdarê 2009

 

Di siyaseta rêjîmên totalîtar û leşkerî de,dive ku welat û hemwelatî dibin kontirola wan de bin û nabe ku tu dengê dijberiyê û berxwedanê derkeve.

Rêjîma Sûrî vê pilanê xweş bi rêve dibe,lê nikarîbû ta dawî bi serkeve dijî kurdan,loma van salên dawî û nexasim di sala îsal de,bûye wek gurê har û dev bi xwîn ji layê (kurdan)ve ,ne tenê dijî hêzên siyasî û ta yên nêzîkî wê jî bin,û ew beyan nameya Basiya ji kurdê basî re da xuyakirin ku nêrîna vê rêjîmê yeke jib o kurdan û bera kes xwe ne xapîne eger ew basî be,yan dûrî gelê xwe be,yan wek partî xwe bêrî bike ji kurdên din û pelê xwe sipî bike li cem rêjîmê

 

Lê ya dawî (tu kurde ! tu dijmine! Tê welêt perçe bike,tu penabere…).Lomadi dema îro de dive ku kurd vê rastiyê bi zanibin,nemaze partiyên kurdî,û bi berpirsiyarî li ser van barûdoxan rawestin,ji ber tu hêz nikare me bi parêze ji bilî yekîtiya me, û nabe ku kurd çi partî çi civet be berê rêjîmê bide gelê xwe û van rewşên zordar û pirojeyên nîjadperestî bike gunehên kurdan,ma gava di 1962an de dest pêkirin, wê çaxê 12 ê avdarê hebû??!!

Girtin û binçav kirin rojaneye,û rêjîmê kurd hemû dane berçavê xwe û nabêje ev partiye,yan ne partiye,yan jî dostê meye yan dijî meye, ew bi xwe ji berêvkê de me digre.

Sebaret div î nîrê dijwar de,pêwîste kurd xwedî gotinek yek binû palpişt bin ji hev reû şerê hev nekin û bera kes xwe dûr nexe û pelê xwe sipî neke li darî rêjîmê,ji ber dîrok û milletek heye,û wê demek bê ku li ser van bûyeran bê rawestîn.

Dive ku kurd xwe xurt bikin di ware ragihandinê de,dengê xwe bilav bikin û siyaseteke aqilmend peyda bikinû rêxistinên dervey welêt bi larê propagendayê û şermezarkirina rêjîmê geş bikin û bi hemi alavan xwbat bikin û vê zilmê û tasariyê di hundir de ji cîhanê re bidin naskirin û li hemi derî û dergehên mafên mirovan û encûmenên navnetewî bixin,û pirsa kurdên rojava bikin pirsek navdewletî. Ji ber ku eger kurd berdewam bikin bi vê şêwa lawaz,hingî wê rêjîm pirojeyên kambaxtir li darxîne djî me, loma pêdeviya ku kurd yek bin û palpiştiya hev bikin û siyaseteke nû li gor demê û rewşa wê,xwe bi parêzin û doza kurd bi rêçin din diyar bikin.

 

 

Kurd û rojnemevanî

 

Her sal, 22ê Nîsanê, Kurd helkefta "Rojnemevaniya kurdî" ku berî "111" salan ango di sala 1898an bû, rojnama "Kurdistan" li bajarê Qahîre bi serpiştiya Miqdad Bedirxan derket.

Bê goman, ew di dîroka afirandina rojnamegeriya kurdî de gaveke bingehîn û giranbiha bû, û li gor wê demê cihê nirxandinê ye.

Lê ka em meyzekin li rojnamegeriya kurdî, û bi taybet li beşê Rojava, ka di kîjan pileyê de ye? Tevlî ku hin kar û xebat pêktên nivîskarên kurdî pirtir dibin û ev cihê kêfxweşiyê ye, lê berhem, rojname, û govar hê kêmin û bi rengekî giran û lawaz dertên, ji bilî ku milletên cîhanê yên din ji vê qûnaxê derbasbûne û êdî sûd ji vê pêşketina teknolocî tê girtin, û bi hesanî dighê herkesî. Lê em Kurd me ti gav ber bi vê cîhana zanistî de ne avêtiye, bi sedema gelek hincetan! Ma ne gunehekî mezine ta roja îro ku Kurdên Rojava nikarin televizyonekê teybet box we peyda bikin?!

Emê çawa karibin vê zilm û zordariya rêjîmê şermezar bikin eger newê xuyakirin ser êkranên televîzyonan? Ev kar dibe himberî hemû karên rojnamevanî û bi rengekî dijwar û xurt.

Hêzên siyasî û civakî, çi li hundir û çi li derve bin, pêwîste ku vî karî deynin pêşiya xwe û bi xebitin bo destkevtinekê bo Kurd ên Sûrî.

Û eger bi rastî em nirxê roja rojnamevanî digrin, divê ku ev kar bibe armanca her kesê Kurd, û pêşî banga me ber bi rêxistin û welatparêz û dewlemendên Kurd e; ew ên ku Karin vê daxwwazê bi cih bikin û doza netewî kurdî bi dinyayê bidin naskirin.

 

 

Hember harbûna rêjîmê

 

Dilovan

 

Di van salên dawî de û nemaze piştî raperîna Qamişlo,rêjîm har û dîn bûye ser milletê kurd li Sûryê, harbûna xwe eşkere kirye û bi şerekî raste rast bê nuxumandin bê şerm û bê sînor,li valî li walî girtinê dike,lêdan,tûjandin,ragirtin, sirgon kirin,guheztina karmenda bê sûc ûguneh,û weke tê xuyanê ku partiya Yekîtî bi endam û dostên xwe serkanê tewanbar û tewankarane lib a vê rêjîmê û divêt wan ji hevbixin..wan pûç bikin.

Lê dive em zanibin armanca vê rêjîmê ne tenê partiya Yekîtîye,belê hemû millet kurde,lêtena kirina layekî ji layekî pêwîste ji rêjîmê re ta bi hesanî kurda winda bike,û wan riswa bike.

Gelo li hember vê êrîşa dijwar ka em çi dikin û gerek em çi bikin?? Birastî ta nuha tevgera siyasî kurdî bi mêjiyekî cemidî ,bi nêrînin teng,bi ezîtî û keysbazî,gotin û karên xwe datînin ber çavan,û li xwe navegere ku bese ev perçebûn,bese ev rawestin.

Em tev dizanin ku rêjîm dal û neşyaye,bê doste çi li hundur çi li derve,rewşa wê berû

Herifandinê ye,di tirse ji çi karên tevahî û nemaze ji bal millet kurd û ev har û dînbûna wê ji qelsbûn û hejariyê ye,lê sed mixabin,tevgera kurdî jî hîn tirsa pêncî salî di zikê wêdeye,hîn jê heye yek polis(şurtî)di kare me tevan tar û mar bike.

Hember vê êrîşa kirêt gereke,û zor gereke tevgera siyasî a kurd xwe bide ser hev û bila bi radeyek herî mezin be,dive em destê xwe bidin hev em yek bin û bila bi pileke herî dawî be,û millet me amadeye ji danê re,ji berxwedanê re..

Lê heger em rawestiyan,yên xwe dikin serkêş wê li ber niga herin û berî her kesî

 

 

Serokê şaxa Hesekê ya partiya El Ba`is

Mihemed Dawûd Settam digel fermanek  regezperestî nû

 

Li gor çend malperên kurd li ser enternêtê belav kirine serokê şaxa Hesekê ya partiya Bais û li ser roniya biryara civata herdû serkirdayetiyên Ba`is ya ku hatiye girêdan dibin danejê 143/31 di roja 1/11/2008an de;  bijandinek derxistiye di bin danejê (24351S) bi dîroka (3/11/2008) û têde êrîşek tund û dijwar dide serkirdayetiya kurd li Iraqê bi tometa ku ew nokerê Emrîka û Israîl in û ji hêlek din ve ; doze li hêzên esayişê parêzgeha Hesekê dike ku alîkar bin bi çekdarên kû ji Sûrî derbasî Iraqê bibin û di dawiya bijandinê de doz dike ku 1-siyaseta tunekirinê ku li dijî kurdan bi kartînin dijwartir bikin lê bi awakî ku di çarçewa yasayî de be û divê bi mîne veşartî  2-di vê li nivîsgehan û cihên ku wêne têne firotin weneyên serokên kurdan qedexe be 3- ev karê didwan di vê bête sipartin dezgeha esayişê siyasî.

Bê guman ev bijandine diyar dike ku rêjîm Beis derbasî qonaxek nû ji dijminayê li dijî miletê kurd bûye û ew bi karaîna hemi rêbazên yasayî û siyasî yên veşartî li dijî kurda di xebite ji bo bi lez armanca koçkirin û tunekirina miletê kurd bi cî bîne nexasim di vî nîrê teng de yê ku devera kurd ji hêla aborî têre derbas dibe ji ber zuhayê û xizaniyê.

Me pir caran di nivîsandinê xwe de di dema bûrî de gotibû ku rêjîmê êrîşê xwe yên şovînî û nîcadperest dijwartir kiriye bêyî ku em zanibin bijandinek wiha heyî çimkî di çend mehên dawî de êrîşa girtinê gurtir bibû û bi taybetî di rêza serkirdayetiyên partiyên me de wek girtina endazyar Miş`el Temo mamoste Mustefa Cuma û du hevalên wîyî dîtir û endezyar Silêman Ûso û memoste Ibrahîm Biro herdû endamên komîtiya siyasî ên partiya me û hunermend û çalakvan memoste Enwer Naso û herweha bi sedan kesên ku di meha Avdarê û nîsanê de hatibûn girtin û binçavkirin. Û li hêlek din ji bi dehan memostê kurd ji dibistanên cîhê rûniştia wan guheztine deverên dûrî û destê wan ji fêrkirinê birîn da ku wan neçarbikin dest ji fermanbariyê berdin.

Diyare ku rêjîma Beis di rewşek aloz re derbas dibe çimkî ev tunde êrîş ne nîşana xurtiyê ye lê ew dixwaze ji miletê Sûrî re bêje ku ew xurte û dikare wî bêşîne û divê tu tevgerê neke û birçîbûnê û xizaniyê tamûl bike çimkî metirsiyek mezin heye ku Kurd welat "perçe" bikin ji bo vê metirsiyê divê miletê Ereb xwe li dora rêjîmê bide hev da ku karibe vê metirsiyê rawestîne.

Lê gelo ev derwa mezin wê di ser miletê Ereb re derbas be yan na?? Em bawerin ku ev ezmûneke ji hêzên dîmuqratî Ereb re ye divê bersivê bidin û divê diyar bikin ku ew ji dervî tabiya rêjîmê ne û ne razîbûna xwe bidin xuya kirin ji vê siyaseta rêjîmê ya regezoerest û xirab ya ku miletê Sûrî dajo berû felaketa nakokiyê navxweyî û yekîtiya welat dixe bin metirsiyeke mezin de.

Mixabin ta nuha me tu dengê piştgêriyê ji hêla dîmuqratên Ereb ne bihîstiye ku bijandina Mihemed Dawûd Elsittam ya ku di derheqa kurdan de  derketiye şermezarkirine û ev bê guman nîşaneke ne cîhê dilxweşiyê ye.

 

Panorama

 

Elî

 

Giriftariyên di mehên Avdar û Nîsanê de:

Di 154 an de rapora tund a pê bawerê parêzgeha Hesîçe eşkere bû ku tê de fermanê dide hemî hevalên xwe û hêzên parastinê da tund û tûjiyê li Kurdan bikin û nehêlin Kurd ti çalakiyan bikin. Ev raport di 3/11/2008an de li nav Be`isyan belav bûbû.

04/03: Serokê parastina Helebê /6/ kes ji xuyayên Kurdan ji Kobaniyê vexwendin cem xwe, û ji wan re got: Heger hûn xwe bilivînin emê çend Helebçeyên din bi ser we de bînin.

20/03: Li bajarê Helebê nêzîkî /200/ kesî ji bal parastinê ve, bi behana vêxistina agir, hatin girtin. Û li Hesiçe /3/ kes hatin girtin, û bi hêzên parastin û polîsan cihên Newrozê hatin hilweşandin.

25/03: Dadgeha bilind li Şamê [Damascus] /5/ sal zindan li Mihemed Xelîl –hevalê PYD ji Girê Reş- birrîn.

29/03: Dadgeha bala li Şamê /4/ kes ji partiya Azadî bi [4-5] salan sizakirin.

30/03: Dadgeha leşkerî li Qamişlo /24/ Kurd tawanbar kirin bi çalakiyên cejna Newrozê, di nav wan de /7/ zarokin.

04/04: Dadvanê leşkerî li Qamişlo /7/ Kurd ji malekê ji Dirbêsiyê tawanbar dike û wan tavêje zindanê, ew jî dema êvarî roja Newrozê ji çolê vedigeriyan mal.

05/04: Dadgeha bilind li Şamê /12/ Kurdan ji partiya  PYD bi [5,6, 7,8] salan zindan siza dike, /2/ ji wan pîrekin.

05/04: Hêzên parastinê li Helebê rojnamevanê Kurd Farûq Mistefa û li Qamişlo rojnamevanê Kurd Bafil Cizîrî desteser dikin.

07/04: Fermana dewletê /8/ mamosta ji bajarê Amûdê ji cihê wan ew dûrxistin, û ji Qamişlo /4/ mamosta, û ji nexweşxana Dêrikê /2/ karmend avêtin nêzîkî "Dêr a zorê", hemû jî Kurd bûn.

09/04: Efserekî leşkerî li bajarê Humsê /2/ leşkerên Kurd dan êşkencê çimkî bi zimanê xwe –ê kurdî- axivîn.

09/04: Komîte ya mafê mirovan dide xuyakirin ku ji sala 2008an ve /23/ kesên Kurd di zindanan de ne bêyî dadevan agahdarbe.

09/04: Parastinên dewletê derengî şevê bi ser malên Kurdan de digrin li bajarê "Serê kaniyê" û /12/ xortan binçav dikin.

10/04: Komîte ya hevgirtî –ji sê partiyan- daxuyaniyekê sebaret giriftarên dewletê belav dikin.

11/04: Xwendevanê Kurd (Welîd Hisên) piştî /13/ mehan ji zindanê azad dibe.

13/04: Parastina siyasî li bajarê Hesîçe /2/ kesên Kurd hevalên PYD ji cem xwe vediguhêzin dadgeha leşkerî li Qamişlo. Herdû kes ji 13/01/2008an ve hatine girtin.

13/04: Parastina siyasî /7/ kesên Kurd ku ji 17/02/2009an de hatibûn girtin dişîne zindana Feyha`a li Şamê.

13/04: Du xortên Kurd ku li Şam û Helebê hatibûn girtin, di bin êşkencê de gihan zindana siyasî li.

13/04: Ji bajarê Hesîçe, zindana leşkerî, /5/ Kurd ketin destê dadevanê leşkerî li Qamişlo.

13/04: Li bajarê Hesîçe, /13/ zarokên Kurd li pêşiya dadgeha sivîl hatin rawestandin, piştî ku hatibûn girtin û êşkencekirin.

14/04: Ji bajarê Efrînê /2/ mamosta ji cihê kar û mala xwe tên dûrxistin.

15/04: Dadgeha bala li Şamê /24/ kes ên Kurd –di nav wan de Fûad Elîkosekretêrê partiya Yekîtî, û Hesen Salih; endamê komîteya navend- sizakirin.

15/04: Raport a nehînî yap ê bawerê partiya Be`is li Hesîçe eşkere bû û naveroka wê ya tund dijî Kurdan.

15/04: Du xwendevanên Kurd ji Efrînê li Şamê û Helebê hatin deste serkirin.

15/04: Li bajarê Efrînê Silêman Cemîl, bi sedema şahiya cejna Çarşemba sor hat binçavkirin.

18/04: Parastina siyasî li bajarê Hesîçe jineke Kurd bi navê Yusa Ilyas desteserdike.

18/04: Piştî /6/ mehan /11/ Kurd ji hevalên PYD ji zindanê hatin rizgarkirin.

19/04: Dr. Ebdilqadir Mehmûd li Qamişlo hat binçavkirin, û di /23/ê mehê de hat berdan.

20/04: Hersê hevalên Partî Demoqratê hatin berdan, lê wê bên dadekirin.

23/04: Komîte ya mafê mirovan bangewazek belav kir, doza eşkerekirina Tahir Ebdilqadir dike, yê ku ji 23/02/2009an de hatiye binçavkirin.

24/04: Hêzên parastinê cejna rojnamegeriya kurdî qedexe dike.

25/04: Parastina dewletê Ibrahîm Biro ji Yekîtî, û Fewaz Ebû Zêd ji Azadî dibe cem xwe.

26/04: M. Seîd Umer, endamê partiya Azadî, di zindana Edra de falincî dibe, û wî dibin nexweşxanê. Komîte ya lihevhatî –sebaret vê bûyeerê- daxuyanekê belav dike.

 

 

Têkilî

yekiti@yekiti-party.org

Mêvan

1

 
yekiti-party.org © 2005 - 2008            by Lazgin