35 sal in ku kembera erebî li ser kurdên sûriyê berdewam e
35 sal in ku kembera erebî li ser kurdên sûriyê berdewam e
www.soparo.com
24.6.2009
Ji roja ku Komara sûriyê hatiya damezrandin û heya roja îro gelê kurd rojek xweş ne dîtiye.Siyaseta rêjîma sûriyê li dijî kurdan berdewam
Projeyên nijadperest, kiryarên şoven, çewsinadina netewî, binpêkirina mafên mirovan û yasafermanên awarte heya îro pêk tên.
Ji destpêka salên 60î de pîlan ji projeya KEMBERA EREBÎ ya dagirker hate kirin.
Wek kilîta vî projeyê, Serokê şaxê ewlekariya siyasî yê parêgeha Hesiçayê Mihemed Teleb Hîlal pirtûkek bi navê (Lêkolînek ser parêzgeha Cizîrê ji aliyên netewî, civakî û siyasî ve) derxist.
Di vê pirtûkê de rê hatine ravekirin ku dê çawa kurd bêne pişaftin, birçîkirin û koçberkirin.
Di birê 8.an de hatiye gotin:Divê hejmar ji ereban bibin niştecihên naveyên kurdî li ser sînor, ji bo bibin kela parastinê ji pêşerojê re û di heman demê de çavdêriyê li ser kurdan bikin heya ku bêne koçberkirin…)
Piştî vê pirtûkê kiryarên vî projeyê dagirker berdewam kirin.Desthilatdariyê dest avête ser zeviyên kurda ên li ser sînorên sûrî û tirkiyê.Ew zeviyên ku dirjahiya wan 375KM û pehnahiya wan ji 10-15KM ye, navê wan jî kirin (Zeviyên Komarê).
Di 24.06.1974an de di civîna sekirdayetiya komarî ya partiya Baas de biryara (521) derket û rê hatin raekirin ku dê bi çi awayî ev projeye bête pêkanîn.
Rêjîma Sûriyê welatiyn erebî ji bajarên Dêra Zorê, Reqayê û Helebê anîn û wan li zeviyên kurdan bi cih kirin û ew xistin maline paqij û nûjen ku hejmara wan giha 41 komekên dagirker.
Ji bo berdewamiya vî projeyî di 13.06.2007an de desthilatdariya sûriyê hevpeymanên werî (çandinî) di navber Kombena Werzê ya bajarê Dêrikê û 150 malbatên ereb ji bajarê Şedad (Navçeya hesiçayê) da navişkirin (imzekirin).Bi van hevpeymanan dora 5000 donim zeviyên komarê (ku ji kurdan hatine standin) ketin destê ereban û di hevpeyanan hatiye nivîsandin: (Heke ev rûber têrê neke wê ji wan re firehtir bikin….).
Ev 35 sal in ku ev projeya dagirker pêk hatiye û hîna jî rê vekiriye ku gelek kiriyarên nijadperest li dijî gelê kurd ê li sûriyê bêtin kirin.