Li Sûri yê du berpirsên partiyeke kurdî hatin cezakirin
amude.com
Fuad Elîko: "Partiya me ne rêxistineke veşartî ye." (wêne ji erşîvê ye)
BERLÎN (amude.com) - Dadgeheke leşkerî li Şamê paytexta Sûri yê do bêtirî ji salek zindan li 24 çalakvanên kurd birî, ku du berpirsên partiyeke kurdî di nav wan de ne. Piraniya kesên din endam û alîgerên Partiya Yekîtiya Demoqrat a nêzîkî PKK ne. Ew di 02.11.2007ê de li Qamişloyê beşdarî xwenîşandanekê li dijî êrîşên artêşa tirkî li dijî gerîlayên PKKê li Kurdistana Iraqê bûbûn. Kesên ku do hatin dadgehkirin, dikarin li dijî biryara dadgehê gilî bikin.
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûri yê, Fuad Elîko, û endamê polîtbîroya heman partiyê, Hesen Salih, di nav wan kesan de ne ku do li Şamê hatin dadgehkirin. Ji ber "endametî û birêvebirina rêxistineke veşartî" (madeya 288ê ya qanûna tawanan a surî) yek sal zindan li Elîko hate birîn, ku hate kêmkirin ji bo 8 mehan. Li Hesen Salih jî ji ber "endametî û birêvebirina rêxistineke qedexe" û sedmine din sêzdeh meh zindan hatin birîn.
Fuad Elîko ji Malpera Amûdê re diyar kir, ku ne ew ne jî Hesen Salih beşdarî çalakiya di 02.11.2007ê de bûbûn. Wî got: "Ne partiya me şirîkê vê çalakiyê bû, ne me plan kiribû, ne jî em tê de amade bûn, em hingî ne li Qamişloyê jî bûn. Ez fêm nakim bê çima em ketine nav vê meselê." Wî herweha got ku wî û hevalê xwe endametiya xwe di Partiya Yekîtî de eşkere kiriye û ji dadgehê re gotiye ku paartî "karê xwe bi şêweyekî eşkere dike û ew qet ne rêxistineke veşartî ye". Wî herweha diyar kir ku ger rêjîma Sûri yê bixwaze, "ew dikare hemû berpirsên partiyên kurdî bibe û wan bi vê tawanê gunehkar bike".
Malpera Amûdê navên wan kesan diweşîne, ku do li Şamê hatin dadgehkirin:
1. Fuad Elîko
2. Hesen Salih
3. faris Xelîl Iniz
4. Xesan Mihemed Salih Osman
5. Bedirxan Ibrahîm Ehmed
6. Merwan Hemîd Osman
7. Mehmud Şêxmus Şêxo
8. Şiyar Elî Xelîl
9. Bîlal Hisên Hesen Salih
10. Miheyedîn Şêxmus Hisên
11. Şêxmus Ebdê Hisên
12. Fîras faris Yûsiv
13. Mazin Findyar Hemo
14. Ebdê Kemal Murad
15. Musa Sebrî Egîd
16. Şeelan Muhsin Ibrahîm
17. Cemîl Ibrahîm Umer
18. Welîd Hisên Hesen
19. Mihemed Ebdilhelîm Ibrahîm
20. Îssa Ibrahîm Hiso
21. Ebdilkerîm Hisên Ehmed
22. Ebas Xelîl el-Seyid
23. Muslim Selîm Hadî Ibrahîm
24. Ebdilrehman Silêman Remo