Berlin: Li ser Nûredîn Zaza konferansek zanistî
Aknews
19.3.2009
Koln (Aknews) – Bi helkeftina derbasbûna 20 salan bi ser koçkirina Welatperwerê navdar, Dr. Nûredîn Zaza, li Berlinê konferansek zanistî li dar dikeve.
Li duv daxuyaniya desteya amadekar a konferansê ku daneyek jê gehiştiye (Aknews), konferans, roja 21 ê adarê, bi navnîşana " Wek Kurdekî Jiyan -Dr. Nûredîn Zaza-, Rewşenbîr, Siyasetmedar û Mirov" saz dibe.
Li duv daxuyaniya heman çavkaniyê, ji bilî Xanima N. Zaza Gilbert Favrey û kurê wî Şengo, gelek kesatiyên Kurd û Ewrûpayî jî, dê beşdarî vê konferansê bibin.
Her di vê daxuyaniyê de hatiye ragehandin ku; bi alîkariya Komeleya Kurdê Sûrî- li Berlin, Komeleya xwendevanên Kurd li zanîngeha Bokhom û bi piştevaniya mekteba Nêvnetewî YNK ê –li Elmanya-, ev konferans li dar dikeve.
B.Ş.