Partiyan got nekin, lê Kurdan Newroza xwe pîroz kir
amude.com
TIRBESIPÎ (amude.com) - Tevî ku partiyên
kurdî li Suriyê ji Kurdan xwestibû ku îsal cejna Newrozê pîroz
benkin, lê welatiyên kurd do li seranserî Kurdistana Suriyê û
herweha li bajarên Suriyê Newroza xwe pîroz kir. Çendîn komên
folklorê yên girêdayî partiyan îsal programên xwe pêşkêş nekirin
jî, li her derê ahengên Newrozê yên ne plankirî pêk hatin. Milet
ji biryara Tevgera Kurdî ya nepêkanûna Newrozê ne razî bûn û bi
cilên xwe yên kurdî û herweha alên Kurdistanê derketin sirûşta
Kurdistanê û roja xwe ya neteweyî pîroz kir. Li gorî agahiyên ku
Malpera Amûdê bi dest xistin, komên folklorê yên kurdî dê roja
înê herin seyrangehan û programên xwe pêşkêş bikin. Ji ber
şehîdketina sê welatiyên kurd di êvara Newrozê de li Qamişloyê
partiyê kurdî bangî gelê kurd kir ku şîniyê pêk bînin û ahengên
Newrozê li dar nexin. Malpera Amûdê hin dîmenên ji Newroza
bajarê Tirbesipiyê diweşîne:
|