Banga protistoya ”Kembera Erebî”

 

Rêjîma baas li Sûriyê her dixwaze hebûna gelê kurd li welêt û kesayetiya wî ya netewî veshêre û tûne bike. Jibo pêkanîna vê armanca xwe, Baasî pilan û projeyên cor be cor digerînin. Bi mebesta asîmilekirin û erebkirina herêmên Kurdistana Sûriyê û jihevkirina perçeyên Kurdistanê, wan sala 1974 an, ”Kembera erebî” li herêma Cezîrê, seranserî sînorê Kurdista Turkiyê çêkirin. Îro jî dixwazin vê kemberê dirêjî sînorê Kurdistana Îraqê bikin. Vê carê jî wek berê, dixwazin ereban ji derî herêmê bînin û li ser ax û zeviyên kurdan bi cih bikin.

Ev hemû liser hesabê gundî, cotkar û hejarên kurd pêk tên, wan ji xaka wan bêpar dilhêlin û neçarî koçberî û penaberiyê dikin. Bi rê ya van pilanên nijadperest, baasiyan welat li gelê kurd kirine wek zindaneke gewre û lewra jî gellek kurd li kolan û derdorên metropolên Sûriyê û welatin din penaber bûne û rewsheke koletî û dîlitî derbas dikin. Ev siyaset gellek problêmên siyasî, etnîkî, civakî, ekonomî… dirust dike û aramiya welêt û herêmê xira dike.

Em hêvîdar in ko, revenda kurdistanî û dostên gelê kurd li Swêsra, li berpirsyara xwe xwedî derkeve, pishtgiriya cemawerên kurd li Kurdistana Sûriyê bikin, xwe bidin serhev û bi yek dengî vê siyaseta nijadperest û sîtemkar bi tundî riswa û protisto bikin.  

Herwiha, em bangî rayagishtiya cîhanî dikin ko, bi hawara gelê kurd ve bê, rê liber van çavsoriyan bigirin, pilanên nijadperest rakin û nehêlin ev pilanên nemeruvane yên nuh bi cih bibin.

Parttiya Yekîtî kurd li Sûriyê - Rêxistina Siwêsra

Partiya Demukrat kurd li Sûriyê ( Al Partî ) - Rêxistina Siwêsra

13/08/2007